Prof. Dr. Ahmet Akgül Yazdır e-Posta

Prof. Dr. Ahmet Akgul di sala 1997an de zanîngeha enqerey'ê fakulteya tipê qedandiye. Paşê jî li Tirkiyeyê di nexweşxaneya perwerdehî û lêkolînê ya pisporî ya bilind de û li Emerîqayê The Methodîst Hospîtal-Baylor College of Medîcîne,Houston,Tekxas-Klînîka Qelb û Damarê perwerdehiya pisporî qedand.
 
Piştî ku vegeriya Tirkiyeyê di sala 2003an de li nexweşxaneya Pisporî ya Bilind dest bi serasîstaniyê kir. Di sala 2004an de li weşanên tibbî ya Klînîkên Tirkîyeyê de weşankeriyê kiriye û di heman demê de kovara zanistên tibê ya Klînîkên Tirkiyeyê ku hem bi tirkî hem jî bi îngîlîzî weşanê dike kiriye nava îndexsên herî girîng ên cihanê. Dema weşankeriyê de di nirxandin û bi dawî kirina weşanên zanistî û projeyan de berpirsyarî stendiye. Li ser amade kirin û weşandina gotarên tibî li welat û derveyî welat dersan daye gelek bijîşk û xebatkarên tendurustiyê. 
 
Di sala 2007an de di beşa cerahiya Qelb û Damarê de nîşana doçendiyê stendiye. Di sala 2009an de peywira avakirina nexweşxaneya perwerdehi û lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk ya li bakirkoya stenbolê  dane wî. Di çapemenî ya nivîskî de di derbarê serkeftinê wî de gelek nûçe derketine û di lîteratura tibî de jî bi sedan weşanên wî hene. Metoda ku bi navê wî tê zanîn (teknîka Akgul ) bi sedan nexweşî re bûye şîfa. Ji ber serkeftina vê  metodê yekem car ji îtalyayê dû re jî ji Emerîqayê hatiye vexwendin û li gelek kongreyan vê metodê pêşkêş kiriye. Di sala 2005an de li nexweşxaneya perwerdehî û lêkolînê ya pisporî ya bilind bûye alîkarê serbijîşk. Bi vê yekê hem bûye xebatkarekî nexweşxaneyê hem jî bûye rêvebirê nexweşxaneyê. Ji ber ku nexweşên Qelb û Damarê piranî kesên extiyarin li zanîngeha stenbolê beşa Gerontolojiyê (zanista extiyariyê,extiyariya tendurust) ava kiriye;hem nîşana serokê sazkeriya neşê stendiye. 
 

Prof. Dr. Ahmet Akgul niha li zanîngeha  stenbolê fakulteya zanistên tendurustiyê de alîkarê dekan e,serokê beşa Gerontolojiyê ye û li nexweşxaneya perwerdehî û lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk ya Bakirkoyê di Klînîka cerahiya Qelb û Damarê de berpirsyarê perwerdehiyê ye.